Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Nabatiyê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Nabatiyê ya li başûrê Lubnanê de du xebatkarên parstinê yên sivîl û kesekî jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Nabatiyê ya li başûrê Lubnanê de du xebatkarên parstinê yên sivîl û kesekî jiyana xwe ji dest dan.
Tevî peymana agirbestê ya di navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbullahê de jî li Lubnanê pevçûn dewam dikin. Di êrîşa Îsraîlê ya li Jebchitê ku li nêzî bajaroka Nabatiyê ya li başûrê Lubnanê de du xebatkarên parastina sivîl ên Lubnanî û kesekî jiiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Lubnanê National News Agency (NNA) êrîş di dema operasyonên rizgarkirinê ya li herêma ku berê hat hedefgirtin de pêk hat. Rayedaran diyarkirin ku erkdarên ku jiyana xwe ji dest dane, ji bo ku xwe bigihînin kesên ku di bin kavilan de mane li herêmê xebatê dimeşandin.
Komên parastina sivîl ên Lubanê ragihandin ku di êrîşê de erkdarekî din ê rizgarkirinê birîndar bûye.
Tevî agirbesta ku di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de hatiye ragihandin jî, bi taybet li herêmên başûrê Lubnanê êrîşên beramber û bombebaranên hewayî didomin.